8 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Rêwîtîya Ber bi Cizîrê û Pirsek: Ji Mêrdînê heta Çêjên Cizîrê

📰 KAPSAMLI RAPOR

CÎZÎR — Ercan, birayê wî Onur û du hevalên Onur, bi otomobîla xwe ji Cizîrê hatibûn Mêrdînê ji Ercanî re motosikletekê bikirin. Di rojên dawîya meha Sibatê de ew ji Mêrdînê ber bi Cizîrê ketin rê ku serpêhatiyeke balkêş li benda wan bû.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Ercan, birayê wî Onur û du hevalên Onur ji Mêrdînê bi motosiklet û otomobîlê ber bi Cizîrê ketin rê.
  • Di meha Sibatê de dema ew gihîştin Cizîrê saet bûbû deh û nîvê şevê û bajêr di nava tarîtiyê de bû.
  • Li Cizîrê ji metrekareya bajêr zêdetir otomobîl hebûn û pirsgirêka parkê bal kişand.

Rêwîtîya Şevê û Gihîştina Cizîrê

Ercan, birayê wî Onur û du hevalên Onur, bi otomola xwe ji Cizîrê hatibûn Mêrdînê ji Ercanî re motosikletekê bikirin. Di rojên dawîya meha Sibatê de em ji Mêrdînê ber bi Cizîrê ketin rê. Ercan bi motosikletê da pêşîya me, me jî da şopa wî. Dema ku me xwe gihand Cizîrê seat bûbû deh û nîvê şev. Cizîr tarî bû, li zivistanê têra xwe ne berf ne jî baran nebarandibû, behna bêbaranîyê ji Cizîrê dihat.

Cîgercî Amca û Tehma Cîgerê ya bêhempa

Me hevalên Onur, danîn mala wan û ez; Ercan û Onur hatin Cîgercî Amca. Dezgeha xwe li derveyî dikanê danîbû, qalabalix bû, ji hoperlerê dengê muzikê dihat. Mamo jî li ber agirê dezgehê roniştîye, şîşe cîgereyan dizivirîne hem jî bi stranê ku lêdixe re bi dengê bilind, bi keyf û coş duet dike. Cîgercî Amca bi dûeta xwe û bi coş û şênîya xwe hawirdor jî bi şên û coş dikir. Di dikanê de tu bibêjî qet hîjyen, paqijî tunebû, serobero bû lê bo Xwedê, hem di salata wî hem jî di cîgerê wî de tehmeka berz hebû. Ku rêya we li Cizîrê ket, xwe ji cîgerê, ji vê tehmê mehrûm nehêlin. Gelek resturantê ultra luksê nikarin tehma cîger û salatayê mamo bidin. Ne bi tenê tiştek ji ez wî ecîz bûm, çima ne Mamo, navê dikanê kirîye Amca?

Qerebalixiya Cizîrê û Atmosfera Bajêr

Ez sê şev du rojan li Cizîrê mam. Li Cizîrê ji metrekareya bajêr zêdetir otomobil hebûn. Li Cizîrê, pirsgirêka parkê pir hebû, hem di şahrêyan de hem jî di nav kûçeyan de mirov bi zehmet cî didît ku maşîna xwe lê park bike. Heçko Stenbola kevn. Kolan û kûçeyên Cizîrê qalabalax bûn. Qehwe û dikan û bazar şên bûn. Di kolan û kûçeyan de olana kurmancî bû. Însanê Cizîrê ji min ra gelek bikeyf dihatin.

Pêşeroja Bûyeran

Beyanî, berî ku ez derbikevim rê, ez û Ercan û çend kurxalên wî em çûn Qehwo Aydîn. Qehwo Aydîn, wek dilê xelkê Cizîrê bi mêrvanî û germî pêşwaziya mêvanan kir.

Çavkanî: Çandname

Şîroveyek Binivîse