ŞENGAL-ROJNEWS — Berdevka TAJÊ Rîham Hesen diyar kir ku entegrasyona hêzên YBŞ û YJŞ’ê ya di nava artêşa Iraqê de gaveke dîrokî ye ku bi keda 12 salan a şehîdan pêk hatiye û cara ewile jinên Kurd yên Ezidî di çarçoveya qanûnên Iraqê de dibin xwedî hêzeke fermî û parastina herêmê dikin.
- Entegrasyona hêzên YBŞ û YJŞ’ê ya di nava artêşa Iraqê de weke gaveke dîrokî hat destnîşankirin.
- Cara ewile ku jinên Kurd ên Êzidî di çarçoveya qanûnên Iraqê de dibin xwedî hêzeke fermî.
- Rîham Hesen da xuyakirin ku ev destkeftî bi keda 12 salan a şehîdan pêk hatiye.
Gaveke Dîrokî û 12 Sal Ked
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hesen, derbarê tevlîbûn û entegrebûna hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) yên di nava artêşa Iraqê de axivî û diyar kir ku ji bo cara ewile jinên Kurdên Ezidî di çarçoveya qanûnên Iraqê de dibin xwedî hêz û got ku ev yek bi ked û têkoşîna şehîdan pêk hatiye.
Bersiva Ji Bo Aliyên Desthilatdar
Rîham Hesen di destpêka axaftina xwe de got: “Em wekî tevgera jin bi her awayî piştgiriya xwe didin hêza xwe ya parastinê ku ev 12 salin bi têkoşîna xwe karîbûn hebûna xwe bidin îsbatkirin. Her çiqasî di nava van salan de gelek caran hewldan hatin kirin ji bo ku ev hêz bê tunekirin jî, îro ev gaveke dîrokî ye ku hêzên me bi berxwedanî û sekna xwe karibûn ser bikevin. Aliyên desthilatdar gelekî dixwestin ku civaka me bêparastin bihêlin, lê îro hêzên me bersiva hemû aliyên ku dixwestin me bêhêz bihêlin dan. Di nava hemû şert û mercan de van hêzan em parastin û ji îro û şûn ve jî wê bi awayekî herî xurt parastina me bikin; di bin çarçoveyeke qanûnî û bi hêzên Iraqê re.”
Pêşeroja Bûyeran
Rîham Hesen di dewama axaftina xwe de da zanîn ku hin alî hene dixwazin rastiyê winda bikin û wiha domand: “Hin alî hene dixwazin rastiya heyî berovajî bikin, lê YBŞ’ê bi xwe jî…”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî