18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Risale Portal » Risale-i Nur Kitaplığı

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman
Prof. Dr. Abdurrahman ADAK

Helbesta Kurdî ya klasîk a ku bi piranî bi destê alim û sûfiyan ava bûye û li medrese û tekyayan şax vedaye, bi awayekî siruştî di nav çanda dînî de pêş ketiye û karakterekî dînî wergirtiye. Di vê çarçoveyê da, yek ji temayên girîng a cîhana zihnî û manewî ya helbestvanê klasîk, kesayetên dînî yên xuyanî ne ku bûne malê dîroka Îslamê. Pêxemberê Îslamê hezretê Muhemmed, kurmamê wî Îmam Elî, neviyê wî hezretê Huseyn, sûfiyên navdar Şêx Evdilqadirê Geylanî û Şahê Neqşebend tenê çend kesayetên serekî ne ku di qonaxên cuda ên dîroka edebiyata Kurdî de bûne mijarên helbest û menzûmeyên Kurdî. Bi taybetî ji nîveka duyem a sedsala XIXem şûnda bi belavbûna terîqeta Neqşebendîtiya Xalidî re di nav civaka Kurdî de gelek pîr û şêxên vê terîqetê yên wek Şêx Osman Siraceddînê Tewîleyî (w. 1867), Seyîd Sibxetullahê Arwasî (w. 1870), Şêx Ebdurehmanê Taxî (w. 1887), Şêx Ebdurehmanê Aqtepî (w. 1907), Şêx Huseynê Basretî (w. 1915), Şêx Diyaeddînê Norşînî (w.1925), Şêx M. Nûriyê Dêrşewî (w. 1924), Şêx Husameddînê Tewîleyî (1939), Şêx Ehmedê Xeznewî (k.d. 1950) û Şêx Seydayê Cizîrî (w. 1968) li vê lîsteyê zêde bûne û derheqê wan de gelek medhiye û mersiye hatine nivîsîn.

Di sedsala XXem de kesayetekî ku di vê biwarê de balê dikêşe ser xwe Bedîuzzeman Se’îdê Nûrsî ye (12 Adar 1878, Nûrs – 23 Adar 1960, Riha) ku divê bi taybetî li ser wî bê rawestan. Bedîuzzeman, ne wek kesayetekî sûfî yan jî pîrekî terîqetekê yê tradîsyonel; wek zana, rêber û çaksazekî dînî yê giştî di nav kesayetên dînî yên civaka kurdî de cihekî xwe yê cuda heye. Wî bi taybetmendiyên xwe yên xweser û derasayî tesîreke mezin li pey xwe hiştiye û hin ji peyrew û hesjêkerên wî yên helbestvan jî hest û sozên xwe yên li hemberî wî bi rêya nezm û helbestê îfade kirine.Cara pêşî vê mijarê bala Mela Zeynel’abidîn Amidî (w. 2020) kêşaye û wî di berhevoka xwe ya bi navê Medhiyye û Mersiyye Der Heqê Seydâyê Bedî’uzzemân de helbestên 17 helbestvanên Kurd ên bi Kurdî digel hin helbestên bi Erebî û Tirkî yên çend helbestvanên cuda ku tev li ser Bedîuzzemanî hatine nivîsîn, kom kirine û bi zimanên kurdî, erebî û tirkî sê helbestên xwe jî di nav wan da bi cih kirine.[1] Vê kêliyê, bi giştî, helbestvanên ku bi zimanê Kurdî helbestên wan ên li ser Bedîuzzemanî hatine tesbîtkirin 25 kes in. Li jêrê navên van helbestvanan hatine rêzkirin û li hemberî navan deverên ku lê jiyana xwe derbas kirine hatine dayîn:

Çavkanî: Çandname

Şîroveyek Binivîse