21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

ROJEVA 21’Ê COTMEHA 2026’AN

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyaniyên Şêwirmendê Sereke yê Serokkomar Ûçûm rexne kir û got, “Divê siyasetmedarên desthilatdariyê bi berpirsyariyeke ku tevkariyê li aştiyê bike tevbigerin.”

Nivîskara sînemayê Gamze Çakan diyar kir ku aştî wê bêhnê bîne ber hunerê jî û destnîşan kir ku bêdengbûna çekan têrê nake, divê jiyaneke azad bê avakirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse