İSTANBUL — HEWLÊR — Rojnamevana jin Rêwas Ehmed destnîşan kir ku bicihneanîna yasa û bêcezahiştina sûcdaran dibe sedemê berdewambûna tundiya li dijî jinan û got: “Desthilata siyasî û eşîrî bandora yasayan lewaz dike.”
- Berpirsa Karê Nivîsê ya Heftenameya Rêya Kurdistanê Rêwas Ehmed Banîxêlanî têkildarî sedemên domandina tundiya dijî jinan û rola yasa û desthilata siyasî axivî.
- Rêwas Ehmed diyar kir ku bicihneanîna yasayê û bêcezahiştina sûcdaran dibe sedema domandina tundiya li dijî jinan.
- Hêzên malbatî û eşîrî di nava civakê de qanûnê bêbandor dikin û rê li ber cezakirina sûcdaran digirin.
‘Bicihneanîna yasayê domandina tundiya li dijî jinane’
Berpirsa Karê Nivîsê ya Heftenameya Rêya Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê ye, Rojnamevan Rêwas Ehmed Banîxêlanî têkildarî sedemên domandina tundiya dijî jinan, rola yasa û desthilata siyasî ji ajansa Rojnewsê re axivî. Rojnamevan Rêwas Ehmed destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan bûyereke civakî ye û got: “Li gorî yasayên pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan li gorî civakan tê guhertin. Ev bûyer tenê bi diyarkirina yasayan dawî nabin. Belkû pêwîstî bi asta hişyarkirina civakê û girêdanbûna bi yasayê ve heye. Yek ji pirsgirêkên serekî bicihneanîna yasayane. Ji ber ku ew kesên tundiyê li jinan dikin, nayên cezakirin. Ev jî bandorê li ser zêdebûna tundiyê li dijî jinan vedike.” Rêwas Ehmed da xuyakirin ku dema jinek tê qetilkirin, medya tenê bûyera qetilkirina jinê û tundiyê nîşan dide û wiha pêde çû: “Lê qala çawaniya dadgehkirina sûcdaran nakin ku qet cezayek girt an na. Ev yek jî dibe sedemê hişyariya civakê ya têkildarî cezakirina sûcdar neyê belavkirin û bandora yasayê kêm bibe, sûcê tundiyê ya li dijî jinan jî zêdetir bibin.”
‘Hêzên malbatî û eşîrî di civakê de qanûnê bêbandor dikin’
Rojnamevan Rêwas Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola hêzên malbatî û eşîrî yên li herêmê û anî ziman ku ev hêz di nava civakê de qanûnê bêbandor dikin. Ehmed destnîşan kir ku pergala desthilata siyasî û zîhniyeta eşîrî bi awayekî rasterast rê nadenin ku yasayên heyî bi awayekî herî adil û yeksan bên bicihanîn. Ev rewş jî dibe sedem ku jinên mexdûr bêparastin bimînin û kesên ku tundiyê dikin, bi hêsanî ji cezakirinê xilas bibin. Ew balê dikişîne ser wê yekê ku heta ku ev zîhniyeta desthilatdar û eşîrî neyê guhertin û serweriya qanûnê bi temamî neyê avakirin, dê têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan bi astengiyên mezin re rû bi rû bimîne.
Pêşeroja Bûyeran
Rojnamevan Rêwas Ehmed di dawiya nirxandinên xwe de bang li hemû sazî, medya û rêxistinên civaka sivîl kir ku di mijara parastina mafên jinan û bicihanîna yasa de xwedî helwesteke tundir bin, da ku pêşî li van binpêkirin û tundiyên pergala sîstematîk ên li ser jinan bê girtin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî