17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Ronda Tayfûr: Jineolojî dike ku em ji paceyên cuda li pirsgirêkan binihêrin

Ji beşdarên onferansa Jineolojiyê bû Ronda Tayfûr anî ziman ku bi Jineolojiyê ew ji bi nêrînên cuda li her qada jiyanê dinihêrin û got, “Lêgerîneke bi tenê ya azadiyê nîne. Di çareserkirina pirsgirêkan de jî lêgerîneke tenê ya çareseriyê nîne.”

Ji beşdarên Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ku li bajarê Haelen ê Hollandayê tê lidarxistin, Ronda Tayfûr pêvajoya naskirina Jineolojiyê, tecrûbeyên têkoşîna azaidya jinê û nîqaşên di konferansê de ji ANF’ê re nirxand.

Ronda Tayfûr ku li Swîsreyê di bin sîwana Tevgera Jinên Kurd de kar dike, anî ziman ku Jineolojî ne tenê qadeke teorîk e, perspektîfeke welê pêşkêş dike ku mirov bi rengekî cuda karibe nêzî pirsgirêkên li nava qada jiyana rojane bibin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse