SILÊMANÎ — Çavdêra Siyasî Şanaz Hîranî di daxuyaniyekê de bal kişand ser rol û bandora jinan a di qada siyasî û têkoşînê de û destnîşan kir ku jin bûne dînemoya pêşvebirina şoreşan.
- Jin bûne dînemoya pêşvebirina şoreşan û divê di biryardariyê de cihê xwe bigirin.
- Ramanên Birêz Abdullah Ocalan û Mam Celal bandoreke mezin li ser tevlîbûna jinan kirine.
- Şoreşa nû bi hewldan, ked û têkoşîna hevpar a jin û mêrên Kurd destpê kiriye.
Rola Jinan di Dîrokê de
Têkildarî dîroka tijî serketin a jinan a di qada siyasî û têkoşîna çekdarî de, her wiha rola wan a bandorker a di pêşvebirina şoreşê ya qonaxên cuda yên dîrokî de, Çavdêra Siyasî Şanaz Hîranî ji ajansa me Rojnewsê re axivî. Çavdêra Siyasî Şanaz Hîranî di destpêka axaftina xwe de balê dikişîne ser hilgirtina şoreşa nû ya piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê û wiha tîne ziman: “Şoreşa nû di gihandina pirsa Kurd de roleke girîng lîstiye, ev şoreş bi hewldan, ked û têkoşîna jin û mêrên Kurd destpê kiriye. Tevî ku jin li gorî mêran kêmtir li çiyê bûn, lê belê di rêxistin û girtîgehan de jî roleke wan hebû û mil bi milê mêran di gihandina peyama şoreşê de xwedî roleke sereke bûn. Dîsa jin ji ber alîkarîkirina pêşmergeyan hatine binçavkirin, girtin û êşkencekirin.”
Nêrînên Ocalan û Mam Celal
Pêwîste herdu rêgez wekhev, di rêvebirina karê siyasî û biryardariyê de cihê xwe bigirin. Ramanên Birêz Abdullah Ocalan û Mam Celal bûne sedemê tevlîbûna jinan a di karê siyasî û têkoşîna çekdarî de zêdetir bibe.
Pêşeroja Bûyeran
Têkildarî tevlînebûna jinan a di qada têkoşîna çekdarî de Şanaz Hîranî wiha pêde çû: “Ev yek ji ber nêrînên civakî yên wê demê bû, lê belê di şoreşên niha de jin xwedî roleke berbiçavin; weke hebûna jinan a di nava şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û Partiya Karkerên Kurdistanê de diyar û berbiçave. Jin bûne dînemoya pêşketina şoreşan. Ji ber ku bi baweriyekê…
Çavkanî: Rojnews Kurmancî