Şandeya jinan a DEM Partî piștî PYD’ê serdana Şaredariya Bajarê Kobanê kir.
Şandeya jinan a DEM Partiyê piştî serdana Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Kobanê kir, serdana Şaredariya Kobanê kir.
Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Aladag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasiyê Rûken Demîr pêk tê, ji aliyê rêveberiya şaredariyê ve hat pêşwazîkirin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî