Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê serdana Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik û malbatên şehîdan kirin.
Şandeya ji Baurê Kurdistanê tevî hejmarek malbatên şehîdan ên bajarê Dêrikê serdana Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik kirin û gurzên gulan danîn ser gorên şehîdan.
Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Aladag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê.
Çavkanî: ANF Kurmancî