NAVENDA NÛÇEYAN — Saziya PAY ragihand ku dirêjbûna valehiya qanûnî rewabûna saziyên Herêmê dixe bin gumanê, statûya wê ya navxweyî û derveyî lawaz dike û ev rewş tenê xizmetê dide neyarên Herêmê.
- Dirêjbûna valahiya qanûnî rewabûna saziyên Herêmê dixe bin pirsiyarê û statûya wê lawaz dike.
- Civîna îro ya parlamentoyê li şûna ku bibe derfetek ji bo lihevhatina hemû aliyan, rûyê rastî yê perçebûna hêzên siyasî nîşan da.
- Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji sala 1992’yan ve li ser qurbaniyên gel hatiye avakirin û çavkaniya rewabûna hemû saziyên Herêmê ye.
Daxuyaniya Saziya PAY
Saziya PAY a ji bo Perwerde û Geşepêdanê, derbarê rûniştina yekemîn a temamker a Parlamentoya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir. Saziyê ragihand ku dirêjkirina valahiya qanûnî, rewabûna saziyên Herêmê dixe bin pirsiyarê, statûya navxweyî û derve ya Herêmê lawaz dike û lîstokên navxweyî kûrtir dike; ev yek jî tenê xizmetê ji bo neyarên Herêmê dike. Her wiha diyar kir ku civîna îro ya parlamentoyê, lişûna ku bibe derfetek ji bo komkirina hemû aliyan, bû neynika perçebûna hêzên siyasî.
Desthilata Bilind û Qeyrana Heyî
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Parlamentoya Herêma Kurdistanê desthilata herî bilind a hilbijartî û sembola îradeya azad a gelê Kurdistanê ye, ku ji sala 1992’yan ve li ser qurbaniyên gel hatiye avakirin û çavkaniya rewabûna hemû saziyên Herêmê ye; bêyî wê, ne yasa tên danîn û ne jî çavdêrî û lêpirsîn çêdibe.” PAY’ê da zanîn ku mixabin îro ev saziya giring di kûrtirîn qeyrana dîroka xwe de ye û wiha dom kir; ‘‘Zêdetirî du salane ti yasayek derneketiye, ti çavdêriyek li ser desthilatê nehatiye kirin, hikûmeta nû nehatiye avakirin, hikûmeta niha weke hikûmeteke demkî maye, projeya destûra Herêmê rawe
Pêşeroja Bûyeran
Saziya PAY bang li hemû aliyên siyasî kir ku ji bo derbaskirina vê qeyranê berpirsiyariyên xwe pêk bînin û dawî li valahiya qanûnî bînin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî