13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Şehîd Welat dixwest bibe dengê rastiyê

Rojnamevan Zinar Cafer xebatkarê çapemeniya azad Welat Erdemcî bi bîr anî ku 13’ê Cotmeha 2018’an di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû û got, “Şehîd Welat dixwest bibe dengê rastiyê. Lewma ji gel qut nebû, ji gelê Serêkaniyê dûr neket.”

Ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve li Rojava gelek kesî xwest bibe dengê civakê, êrişên li ser civakê, binpêkirinan û êşên civakê ragihînin. Lê belê ev ne karekî hêsan bû. Rojnamevanên ku biryar dan ku rastiya têkildarî rewşa gel bi belge bikin, li gelek zehmetî û xeteriyan re rû bi rû diman. Gelek ji van rojnamevanan di oxira vê yekê de jiyana xwe ji dest dan. Di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, gelek rojnamevanên ku xwestin hovîtiya di êrişên Cotmeha 2019’an ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi belge bikin, bûn hedef. Yek ji van rojnamevanan jî şehîd Vedat (Welat) Erdemcî bû ku heta kêliya dawî dixwest bibe dengê gelê xwe û rastiya li herêmê bigihîne raya giştî.

Rojnamevan Zinar Cafer têklidarî jiyan û karên rojnamevan Vedat Erdemcî ji ajansa me re axivî.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse