31 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Şehîdên Meha Cotmehê li Parîsê hatin bîranîn: ‘Sekna azadiyê ya Bêrîtanê rê nîşanî

📰 KAPSAMLI RAPOR

PARÎS — Li banliyoya Villiers-le-Bel a paytexta Fransayê Parîsê di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn, her wiha banga xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û birêxistinkirina li dora têkoşînê hat kirin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê merasîma bîranînê ji bo Şehîdên Meha Cotmehê hat lidarxistin.
  • Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Evîn Goyî û Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) pêk hat.
  • Siyasetmedar Bedrettîn Kavak bal kişand ser têkoşîna şehîdan û bandora şerê li Rojhilata Navîn.

Bêrîtan û Şehîdên Meha Cotmehê hatin yadkirin

Li banliyoya Villiers-le-Bel a paytexta Fransayê Parîsê ji bo Şehîdên Meha Cotmehê di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 25’ê Cotmeha 1992’an de li Xakurkê li dijî teslîmiyet û xiyanetê heta guleya xwe ya dawî li ber xwe da, piştre çeka xwe parçe kir û xwe ji zinar avêt, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Malbatên şehîdan û Kurdistanî amade bûn

Di bîranîna ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Evîn Goyî û Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) hat lidarxistin de tevî gelek Kurdistanayiyan, malbatên şehîdan Axîn Cûdî (Halîme Kaya), Rûken Çewlîg (Sevcan Algunerhan) û Sara Savuşka Bozan (Kiymet Kaya) jî amade bûn. Xizmên şehîdan ên di bernameya bîranînê de axivîn, diyar kirin ku meha Cotmehê di dîroka azadiya Kurd de bi berxwedan û fedakariyê tê naskirin. Malbatan bi bîr xistin ku şehîd di bîr û têkoşîna gelê Kurd de xwedî cihekî girîng in û destnîşan kirin ku bedelên di rabirdûyê de hatine dayîn berpirsyariyê dixe ser milê nifşên îro. Di axaftinan de banga xurtkirina rêxistinbûnê ya li dora têkoşîna ku Rêber Apo dimeşîne hat kirin.

Divê em xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin

Siyasetmedar Bedrettîn Kavak ê di bîranînê de axivî, bal kişand ser têkoşîna şehîdan û diyar kir ku wan ji bo mirovahî û gel mîrateyeke girîng a têkoşînê hiştine. Kavak bal kişand ser şer û pevçûnên ku li Rojhilata Navîn kûr dibin û destnîşan kir ku divê em xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin.

Pêşeroja Bûyeran

Di dawiya bernameya bîranînê de li ser girîngiya xwedîderketina li mîrateya şehîdan û bilindkirina têkoşîna azadiyê peyvan hatin gotin û banga mezinkirina rêxistinbûnê hate dubarekirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse