22 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Sersaxî ji malbatên şehîdên Kobanê re hat xwestin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê piştî merasîma bîranîna 69 şehîdani serdana malbatên şehîdan kir û sersaxî ji malbatan re xwest.

Îro bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan serdana malbatên gerîlayên şehîd kir ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne û duh hatibûn bibîranîn.

Di dema serdanan de, meta şehîd Canfeda Tolhildan Arîn Kobanê axivî û got civaka bêyî şehîd, bêyî pêşeroj û bêyî azadî ye û got: “Fedakariya şehîdan a li lûtkeyên çiyayan nexşeya azadiyê xêz kiriye û bi wê re jî gihîştine azadiya mutleq.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse