25 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Şervanê Azadîyê Nelson Mandela û Rûpelên Tarî yên Dîroka Mêtingehkariyê

🔴 FLAŞ HABER

AMED — Parzemîn a Bextreş û Şervanê Azadîyê Nelson Rolihlahla Mandela bi gotinên xwe yên dîrokî ronahiyê dide ser têkoşîna azadiyê û dîroka kolonyalîzmê.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Xeyalên civateke azad ku hemû mirovahî wek hev dijîn qet ji aqil dernayê.
  • Afrîka; parzemîna ku bi dîrok, zarok û çarenûsa xwe ve bûye hevpara bindestî û zilmê.
  • Keşfên erdnîgarî û hilweşandina Dewleta Endulus Emevî bûn sedemên sereke yên destpêka mêtingehkariyê.

Banga Azadiyê ya Nelson Mandela

“Xeyalên civatek e azad ku hemû mîrovahî wek hev û bi hev re dijîn qet aqlêmin dernayê, bo vê dozê jîyana xwe didomînim û bo wê mirinê re amade me.” Ma tenê mîrovayî xwedîyê rewşên xerabin? Rewş û weziyetên wek bêkesî, tenêtî, belengazî, xizanî, hêjarî, rebenî, jarî, bêbextî, bindestî, dîtina zilm û zordarî. Na na, ez bawerim ku evna ne tenê taybetmendî yên boy mîrovatî yê ne. Çav, dil, gîyan û dîrok şahidin ku parzemîn jî hevparên van hest û rewşanin. Afrîka, parzemîna reş, reşê, bixwe reş, bext reş, dîrok reş, zarokên wê yê siûd reş, reşeke wek şevereş yan jî tarîstan na na wek qîr û qetran. De werin em bin rê û ronahîya dîrokê de binhêrin ew bextreşî çawa û kîngê dest pê dike.

Sedemên Keşfên Erdnîgarî û Destpêka Mêtingehkariyê

Anegorî agahîyên dîroknas didin, mêtingehkarî yan jî kolonyalîstî bi keşfên erdnîgarî derketin holê. Heke em sedemên wan keşfan binhêrin; 1- Dîtina cîhnîşê(pûsûla), 2- Pêşvaçûna tecrubên ser keştîyan, 3- Piştevanîyên şahên Îspanî û Portekîzî boy dîtnên cîhên nû, 4- Çêkirina keştîyên zexm ber dijwarîya oxyanûsan, 5- Bo peyda kirina bazarên madenê yên nû. Ev çend xalên me qal kir bûn sedemên destpêka keşfên erdnîgarî .

Bandora Hilweşandina Dewleta Endulus Emevî

Sedemek din jî heye ku dibê bê behskirin em derbas nebin. Ew sedem jî xerabûn a Dewlet a Emevîyan e. Dewlet a Endulus Emevî li Îspanya yê sala 756an de hatibû demezirandin û heta demsala 15mîn yan jî meriv dikare bêje ku nêzkê 750 salî hukim kirin. Wê demêda kontrola Deryaya Spî destê Emevî yan de bû, şah û qeyserên Ewrûpî gelek caran ceribandin ku bi keştîya berê xwe bidin Deryaya spî lê ew ne tiştekî hêsan bû. Wek hemû dewlet û împaratorên karê xwe qedandin û warê dîrokê de windabûn, Endulusan jî sala 1492an de emrê xwe tijî kirin.

Pêşeroja Bûyeran

Nûçe û nirxandinên dîrokî yên li ser têkoşîna azadiyê ya Afrîkayê û serdema mêtingehkariyê ji aliyê Nûçe Ciwan ve tên şopandin.

Çavkanî: Çandname

Şîroveyek Binivîse