1 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Şîlan Kobanê: Wê ruhê berxwedanê yê Kobanê daîmî be

🔴 FLAŞ HABER

QAMIŞLÎ — Ji gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelan pîroz kir û got, “Divê were zanîn ku wê ruhê berxwedanê yê Kobanê û rohaniya wê daîmî be.”

📌 Serhêlên Girîng:

  • Yek ji rêvebera Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê nêrînên xwe parve kir.
  • Şîlan Kobanê da xuyakirin ku di Îlona 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê li hember Kobanê êrîşeke hovane dan destpêkirin.
  • Bi banga rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, aktîvîst û saziyên demokratîk 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.

Berxwedana 134 rojan û nirxên mirovatiyê

Yek ji rêvebera Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê nêrînên xwe parve kir. Şîlan Kobanê bi bîr xist ku Îlona 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê li hember Kobanê êrîşeke hovane dan destpêkirin û ev anî ziman, “Jin û mêrên herî hêja bi berxwedana 134 rojan a li hember van êrîşan dilsoziya xwe ya bi nirxên mirovatiyê re nîşanî her kesî dan. Di berdêla şehadeta bi hezaran şehîd û birîndaran de Kobanê hat rizgarkirin û di dîroka mirovatiyê de cihê xwe yê herî bi rûmet wergirt.”

Ji bo hemû mirovatiyê bû mizgîniya paşerojeke ronak

Şîlan Kobanê diyar kir ku piştî rizgarkirina Kobanê, bi banga gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, aktîvîstên mafên mirovan û saziyên demokratîk 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin û wiha domand, “Bêguman ev berxwedan û roja bi nirx encama têkoşîn û kedeke hevpar a gelan e. Serketina Kobanê bi berxwedan û têkoşîna dîrokî ya gelan û jinan hat bidestxistin. Berxwedan û serketina rûmetê ya li hember çeteyên DAÎŞ’ê, ji bo hemû mirovatiyê bû mizgîniya paşerojeke ronak. Rohanî û hêviya bi rizgarkirina Kobanê re derket holê wê qet venemire. Divê were zanîn ku wê ruhê berxwedanê yê Kobanê û rohaniya wê daîmî be.”

Pêşeroja Bûyeran

Rêvebera Gaziyan Şîlan Kobanê axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir, “Weke gaziyên şer ên di vê berxwedanê de û li qadên cuda ji bo azadiyê û pêkve jiyana gelan ji bedena xwe parçe dane, em careke din Roja Kobanê ya Cîhanê ji dil û can li hemû gelên herêmê pîroz dikin. Em hêvîdar ev

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse