İSTANBUL — BINARÊ QENDÎL — Çalakvanên Başûrê Kurdistanê diyar dikin ku şoreşa PKK’ê kariye carek din Kurdan ji wê rewşa dijwar ya ku têde bûn derxîne, şiyar bike û bikarin li ser lingên xwe rawestin. Her wiha dan zanîn ku yek ji armancên PKK’ê ew bû ku îradeya her Kurdekî ji nûve ava bike û bikare ji bo her çar beşên Kurdistanê têbikoşe.
- 48 sal li ser damezrandina PKK’ê re derbas bû, PKK ji bo gelê Kurd bû çirûska hêviyê.
- Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku berî du salan Rêber Apo da destpêkirin, vê hêviyê geştir kir.
- Çalakvan Xazî Refet diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo li piraniya beşên Kurdistanê kar li ser tê kirin.
Çirûska Hêviyê û Pêvajoya Aştiyê
48 sal li ser damezrandina PKK’ê re derbas bû, PKK ji bo gelê Kurd bû çirûska hêviyê. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku berî du salan Rêber Apo da destpêkirin, vê hêviyê geştir kir. Bû bingehê aştiya nava gelê Kurd û carek din niyeta Kurdan a ji bo aştiyê nîşanda. Di derbarê giringiya avabûna PKK’ê, yekgirtina gelê Kurd û pêvajoya aştiyê de, çalakvanên ji Başûrê Kurdistanê bi rêya ajansa me nêrînên xwe anîn ziman.
Şoreşa Vejînê û Têkoşîna Ji Tinebûnê
Çalakvan Xazî Refet di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo li piraniya beşên Kurdistanê kar li ser tê kirin û got: “Hêviyek mezin ji bo Kurdan çêbûye ku carek din bikevin nava qada siyasî. Şoreşa PKK’ê carek din karî Kurdan zindî bike û ew fikra ku digot Kurd hatine gorkirin, vala derxîne.” Di dewamê de Xazî Refet da zanîn ku şoreşa PKK’ê şoreşa vejînê ye û wiha dom kir: “Kurd ji tinebûnê carek din rabûn ser lingên xwe. Niha jî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêwîste ev şoreş carek din destpê bike û paradîgmaya Rêber Apo bê bicihanîn.” Çalakvan Xazî diyar kir ku pêvajoya aştiyê bûye sedem Kurd parastî bimînin û bikarin li ser lingên xwe rawestin.
Pêşeroja Bûyeran
Çalakvan Mihemed Musa jî li ser heman mijarê wiha nêrîna xwe anî ziman ku nirxandin û pêşketinên li ser PKK û paradîgmaya wê ji bo siberoja gelê Kurd xwedî giraniyek mezin in û divê têkoşîn bê domandin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî