Mihemed Şiya Sûdanî da zanîn ku mîsyona Hevpeymaniya Navnetewî niha li ser daxwaza hikûmeta Iraqê bidawî bûye û got; “Divê em alîkarî û hevkariya bi Hevpeyvamaniya Navnetewî re ji bîr nekin. Êdî DAIŞ ji bo Iraqê nabe gef, dibe ku metirsiyeke wê ya biçûk mabe.”
Forûma MERI ya 2026’an ku lîderên siyasî yên asta bilind û dîplomatên ji Herêma Kurdistanê, Iraq, Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û qada navneteweyî tîne cem hev li Hewlêrê destpê kiriye û tê payîn du rojan dewam bike. Forûma MERI her sal ji aliyê Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) ve tê lidarxistin.
Serokwezîrê berê yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, beşdarî Forûma MERI ya li bajarê Hewlêrê bû û tê de li ser rewşa Iraqê axivî.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî