Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Sûpayê Pasdaran), ragihand ku wan droneyek Amerîkayê ya ji cureyê MQ-9 ku li ser Tengava Hurmizê difiriya, xistiye xwarê.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Sûpayê Pasdaran, saetên danê siharê, balafirek bê mirov (drone) a Amerîkayê ya sîxuriyê ku li ser asîmanê herêma stratejîk a Tengava Hurmizê xebatên keşfê dimeşand, bûye hedefa hêzên wan û hatiye pûçkirin.
Derbarê mijarê de heya niha ji rayedarên Amerîkayê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî