19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

TEV-ÇAND‘ê şehîdên 19‘ê Cotmehê bibîr anîn

Navenda Çand û Hunerê û Komîna Şanoyê şehîdên 19‘ê Cotmehê li ser gora hunermend Osman Oso ya li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bi bîr anîn.

Navenda Çand û Hunerê û Komîna Şanoyê merasîma bîranîna şehîdên 19‘ê Cotmehê li ser gora hunermend Osman Oso ya li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê li dar xist. Malbatên şehîdan û hejmarek hunermend û şênî amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê malbat û hevalên şehîd Osman Oso ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse