Di Kombûna Cihêrengî û Jinan a Pirneteweyan a Navneteweyî ya 39’emîn de ku di navbera 10-12’ê Cotmehê de hate lidarxistin, heyetek ji tevgera jinên Kurd amade bû.
Kombûna Cihêrengî û Jinan a Pirneteweyan a Navneteweyî ya 39’emîn ku li bajarê Cordoba yê Arjantînê hate lidarxistin, bi sed hezaran jinên ji herêmên cuda yên Latîn Emerîkayê li hev civand. Di kombûnê de ku bi organîzasyona 300 rêxistinên xwecihî hate lidarxistin atoley, panel, nîşandana fîlman û civîn pêk hatin.
Heyetek ji tevgera jinên Kurd li gel tora femînîst a Abya Yalayê beşdarî civîna li ser enternasyonalîzmê bû. Heyet beşdarî panela “Pratîkên Şoreşgerî” û nîşandana fîlmê In Search of Alina (Di dema lêgerîa li Alina de) bû. Di çalakiyan de jinên Kurd tecrûbeyên xwe, şoreşa jinê ya li Rojava, têkoşîna gerîlayên jin a li çiyayên Kurdistanê û girîngiya piştevaniya navneteweyî vegot.
Çavkanî: ANF Kurmancî