14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Tiştên li Hesekê rû didin û girîngiya xweparastinê

Ji bo beşdarî provokasyonên li Hesekê bibin ji herêmên di bin kontrola Şamê de bi dehan kes anîn. Divê gel li dijî provokasyonan girêdayî xweparastinê xeteke berxwedanê ava bikin.

Hesekê yek ji bajarê Sûriyeyê ye ku Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û gelên cuda bi hev re dijîn. Kurd bi ranî li taxên Muftî û Salihiyeyê ne Ereb jî li taxên Xiwêran, Neşva û Tel Hacerê dimînin. Li taxa Azîziyeyê û hin qadên cuda yên li navenda bajêr jî civakên cudatir dijîn.

Di rastiyê de rêveberiya bajêr bi awayekî rasterast girêdayî vê avaniya pirgelî ye ku wê nûnertiya wê çawa were kirin. Modela Rêveberiya Xweser a li Rojava bingeha wê hate avakirin û ji hemû cîhanê re bû mînak, rêveberiyeke hevpar a mafê gotinê yê civakên cuda esas digire lê belê Hikûmeta Demkî ya Şamê ya roja îroyîn, berê xwe dide jinûvesepandina zîhniyeta rejîma BAAS’ê. Her çend li gel Peymana 29’ê Çileyê di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de pêvajoya entegrasyonê hatibe destpêkirin jî hikûmeta heyî naskirina mafên Kurdan ên weke îradeya siyasî, nasname û çandî red dike. Bi taybetî cînayetên li Hesekê yên di demên dawîn de, êrîşên li ser sembola, hewldanên dagirkirina taxên Kurdan û bûyerên çekdarî nîşaneyên vê zîhniyetê yê li vî bajarî ne.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse