21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Ukraynayê îdiayan red kir: Me ti drone û yekîneyên leşkerî li Herêma Kurdistanê

Balyozxaneya Ukrayna ya li Iraqê îdiayên dezgehên ragihandinê yên Îranê yên derbarê bicihkirina balafirên bê mirov (drone) li Herêma Kurdistanê de, derewand.

Piştî weşandina raporeke Ajansa Tesnîm a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ya derbarê bicihkirina balafirên bê mirov (drone) ên Ukraynayê li Herêma Kurdistanê, Balyozxaneya Ukrayna ya li Iraqê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev îdia ji rastiyê dûrin û hewldaneke reşkirinê ne. Ukraynayê tu cureyên balafirên bê mirov, yekîneyên leşkerî an jî kesên ser bi artêşa xwe ve, ne li Herêma Kurdistanê û ne jî li tu herêmeke din a Iraqê bicih nekirine.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse