Berdevkê UNICEF’ê Rîcard Pîres destnîşan kir ku tevî agirbesta li Xezayê zêdetirî 340 zarokî hatine qetilkirin û nêzî 800 zarok jî ji cih û warên xwe bûne.
Berdevkê Fona Alîkariya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Rîcardo Pîres di civîna çapemeniyê ya heftane ya li Ofîsa NY’yê ya Cinêvê têkildarî êişên Îsraîlê yên tevî agirbestê û rewşa dawî ya li Xezayê ya di bin dorpêçê de nirxand.
Pîres anî ziman ku tevî agirbestê û vir ve salek borî lê di vê navberê de zêdetirî 340 zarok di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dane, bi sedan jî birîndar bûne.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî