Jinên bajarê Kobanê li gundê Elpelûrê di mala ku Rêber Apo demekê lê mabû de, festîvala çanda Dayîkê ya Kobanê lidar xist.
Îro bi amadebûna bi dehan dayîkên bajarê Kobanê û gundewarên wê, çanda dayîkê ya amadekirian xwarin, çêkirina nan, destar, teşî, meşk, dengbêjiya xerîbê û tiştên folklorî yên girêdayî çanda dayîka Kobanê, hatin pêşkêşkirin.
Dayîka ku nanê tîrê dike ya bi navê Zêneb Xidir, diyar kir ku ew çêkirina nan ji dayîka xwe fêr bûye û got: “Tama nanê tîrê gelekî xweş e, ji ber ked têde heye, ji lewra jî tama wê xweşe. Me berê dew jî dikland, bi meşkê gurmîniya xwe dihat. Nan yek werdigerîne û yek jî dipêje. Me nanê xwe wiha dikir û niha jî hinek mal dikin. Me bi cilê xwe yê koltorî şer, keras û xeftan û çavê me jî kildayî bû û me dewarê xwe didot.”
Çavkanî: ANF Kurmancî