KERKÛK — Welatiyên Kerkûkê îro danê êvarê li dijî binçavkirina ciwanên xwepêşander, hebûna şîrketên bajêr û bi daxwaza tayînkirina ciwanan çalakiyek girseyî lidar xistin û daxwaza mafên xwe yên rewa kirin.
- Welatiyên Kerkûkê li dijî binçavkirina ciwanên xwepêşander dakirin qadan.
- Beşdarvanan daxwaza derfetên kar, tayînkirina ciwanan û rakirina şîrketên taybet kirin.
- Hat xwestin ku nirxê ampera elektrîka jeneratoran jî bê erzankirin.
Çalakiyek Girseyî li Kerkûkê
Welatiyên Kerkûkê îro li dijî binçavkirina ciwanên xwepêşander, şîrketên bajêr û bi daxwaza tayînkirina ciwanan çalakiyek girseyî lidar xistin û daxwaza mafên xwe kirin. Welatiyên Kerkûkê îro danê êvarê li dijî binçavkirina ciwanên xwepêşander, şîrketên bajêr û bi daxwaza tayînkirina ciwanan çalakiyek girseyî lidar xistin û daxwaza mafên xwe kirin.
‘Hevalê me Mihemed Nîzam hatiye binçavkirin’
Yek ji beşdarên xwepêşandanê yê binavê Sermed Kawe ji ajansa me re axivî û got; “Em daxwaza kîjan mafê xwe bikin, tu kes û aliyên peywendîdar guh nadin me. Hevalê me Mihemed Nîzam li ser daxwaza mafên xelkê bajêr hatiye binçavkirin. Em jî ji bo berdana ciwanên ku hatine binçavkirin, li vir kom bûne.” Sermed Kawe da zanîn ku eşkere kir ku yek ji armanca wan ya din ji vê çalakiyê daxwaza tayînkirinê, dabînkirina derfetên peydakirina kar ji bo ciwanan, nemayîna şîrketên veberhênanê yên taybet li bajarê Kerkûkê ne, got; “Li hemû bajarên Iraqê li dijî sektora taybetin, gelo çima tenê li Kerkûkê hebe.”
Daxwaza Rakirina Şîrketên Sektora Taybet û Erzankirina Elektrîkê
Her wisa welatiyê binavê Xelat Kawe têkildarî mijarê ev tişt got; “Em li vir ji bo daxwaza mafên xwe yên rewa kom bûne. Yek ji daxwazên me yên destpêkê ewe ku şîrketên sektora taybet li bajar nemînin, nirxê ampera elektrîka jeneratoran jî bê erzankirine.”
Pêşeroja Bûyeran
Xelat Kawe di dawiyê de got; “Her wiha em dixwazin ji bo ciwanan derfetên peydakirina li Kerkûkê bên zêdekirin. Li vî bajarî zarokên hejar ji hemû mafan hatine bêparkirin û kes guhê xw dide wan.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî