8 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Welatiyên Silêmaniyê: Parçekirina Herêma Kurdistanê di berjewendiya dijmin de ye

🔴 FLAŞ HABER

SILÊMANÎ — Şêniyên bajarê Silêmaniyê têkildarî nakokiyên di navbera PDK’ê û YNK’ê de diyar kirin ku nêzîkatiya aliyên siyasî pêngavên ber bi parçekirina Herêma Kurdistanê ve ye û ev jî bi dilê dijmin e.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Ev xak xaka Kurdaye û nabe kes fikra parçebûna wê bike.
  • Herêma Kurdistanê li gor destûrê hatiye naskirin û divê parastin lê were kirin.
  • Du sal piştî hilbijartinê, welatî li benda avakirina hikûmetek xizmetguzar bûn.

Zengila parçebûnê hat lêxistin

Di demekî de ku her çar aliyên me dijmine, nêzîkatiyek bi vî rengî neraste. Du sal piştî hilbijartnê, welatî li benda avakirina hikûmetek xizmetguzar û parlamentoyek aktîv ku bikare nûnertiya dengê xelkê bike bûn. Lê bi pêngava yek alî ya ji aliyê PDK’ê ve û li beramber de jî redkirina vê pêngavê ji aliyê YNK’ê ve, fikarên welatiyan bi xwere anî. Bi vê yekê re zengila parçebûna Herêma Kurdistanê hat lêxistin. Di derbarê mijarê de welatiyên bajarê Silêmaniyê nêrînên xwe anîn ziman.

Xalid Ebdullah: Em ê bi van nêzîkatiyan ti carî nebin yek

Welatiyê bi navê Xalid Ebdullah di derbarê guhertinên siyasî û helwesta aliyan de got: “Ev nêzîkatiyên bi vî rengî di berê de hene û ji ber wê Kurd ti demê nebûne yek. Bi van nêzîkatiyan emê ti carî nebin yek, yên zererê ji vê rewşê bibînin jî xelkê Kurdistanê ye.” Xalid Ebdullah da zanîn ku nêzîkatiyên bi vî rengî pêngavên ber bi parçekirina Herêma Kurdistanê ve ne û got: “Ev yek jî di berjewendiya dijmin de ye. Du sal piştî hilbijartinê du partiyên desthilatdar bi şêwazek bi tendirust nekarîn parlamentoyê vekin ku di berjewendiya xelkê de be.

Pêşeroja Bûyeran

Bi vî rengî me bi destê xwe parçebûn xist nava mala xwe. Ev jî wê bibe sedemê ji dest dana destketiyan.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse