Gazî Xebat Kobanê yê her du lingên wî felc in, saza xwe mîna parçeyek ji canê xwe bi xwe re digerîne.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her gaziyek ji bo parastina xak û gelê xwe ji bedena xwe parçeyek daye xwedî çîrokeke cuda ye. Yek ji wan jî Xebat Kobanê ye. Xebat di nav malbeteke welatparêz de mezin dibe. Birayekî wî şehîd e û xwişkeke wî jî di nav refên şoreşê de cihê xwe digire.
Xebat bi coş û hêviyeke mezin tevlî nav refên YPG’ê dibe. Li gelek qadan li hember êrîşên nemerd ên li ser xak û gelê xwe di refên herî pêş ên berxwedanê de cih digire.
Çavkanî: ANF Kurmancî