MGKê 2yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan ên Gurbetelli Ersoz bi merasîmeke li Amedê da. Di merasîmê de bal kişandin ser têkoşîna heqîqetê ya ku ji aliyê rojnamevanên jin ve tê meşandin û berdewamkirina kevneşopiya Çapemeniya Azad.
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê merasîma 2yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz li dar xist. Malbatên Şehîdên Çapemeniya Azad, endam û rêveberê partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li merasîmê bûn.
Merasîm bi deqîqyeke rêzgirtina ji bo şehîdên Çapemeniya Azad destpê kir. Piştre pêşangeha ku ji wêneyên Gurbetellî Ersoz û şehîdên çapemenuyê pêk tê hat vekirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî