Di 12 û 13’ê Cotmeha 2026’an de, bajarê Hewlêrê bû mêvanê ‘Forma MERI’yê’ civînek ku wekî navendeke girîng a biryar û gotûbêjên siyasî li Herêma Kurdistanê tê naskirin. Berevajî sala borî ku gotar û panelên civînê xwedî atmosfereke hinekî gumanbar û bêhêvî bûn; gotarên îsal ên kesayetiyên beşdar gelekî bihêvîtir bûn, erênîtir û xwedî pîvaneke stratejîktir bûn.
Beşdariya kesayetên siyasî yên wekî Bafil Talebanî, Nêçîrvan Barzanî, Qubat Talebanî, Tuncer Bakirhan, Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed, derfetek çêkir da ku li ser rûberekî berfireh nirxandin ji bo pirsa yekitiya Kurd, asoyê pêvajoya aştiyê û aloziyên herêmê re bê kirin.
Di civîna vê carê de, piştrastkirina li ser ‘Yekitiya Kurdan’ bû xala bingehîn a gotaran û rasterast bi pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk a li Bakurê Kurdistanê û herêmê ve hat girêdan. Tecrûbeya dîrokî nîşan daye ku her dema ku Kurdan eniya xwe ya navxweyî rêk bixe û bi gotareke neteweyî ya hevpar derketibe qadê, bûye xwediyê derfetên destkeftiyên siyasî û dîrokî yên mezin bûye.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî