20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

YPJ: Em di pêvajoya nû de wek hêzek xweser cih digrin

YPJ’ê di daxuyaniya têkildarî pêvajoya entegrasyonê de ragihand ku di nîqaşên têkildarî pêvajoya nû de, ew wekî hêzeke xweser cih digirin û bingeha wan, parastina destkeftiyên jinane.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), der barê bûyerên dawî û pêvajoya nû de daxuyanî da û da zanîn ku di “nîqaş û nirxandinên li ser pêvajoya entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser û taybet cihê xwe digire.”

“Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), ku di têkoşîna li dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê de xwedî dîrok û sekneke girîng e, derbarê geşedanên dawî û pêvajoya nû de berî her tiştî gelê me û paşê raya giştî agahdar dike:

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse