Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) êrîa li hemberî jinên şehîd bi daxuyaniyeke nivîskî rexne kir û got, “Şehîd nasname, nirx û rûmeta civakê ne.”
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê êrîşa li hemberî jinên şehîd bi daxuyaniyeke nivîskî rexne kir.
“Di van demên dawî de, li dijî nirxên herî pîroz ên gelê me û şoreşa me hewldanên qirêj û êrîşên ku sûret û pîroziya şehîdên me dikin armanc, tên kirin. Ev êrîşên ku rasterast rûmeta şehîdên me dikin hedef, di serî de li dijî hemû pîvanên mirovahiyê, hişmendiya ehlaqî û xetên sor ên wijdanê civakê ne.
Çavkanî: ANF Kurmancî