1 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

YPJ: Ya ku berxwedana Kobaniyê kir destaneke bêhempa yekitiya gelê me bû

📰 KAPSAMLI RAPOR

NAVENDA NÛÇEYAN — Fermandariya giştî ya YPJ’ê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Navneteweyî daxuyaniyek weşand û pîrozbahî kir, her wiha destnîşan kir ku yekitî û hişmendiya neteweyî ya gelê me berxwedan kiriye destaneke bêhempa.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Fermandariya giştî ya YPJ’ê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Navneteweyî pîroz kir.
  • Kobanî ne tenê bajareke; ew xeta berxwedana rûmetê û qada serketina jiyanê ya li ser mirinê ye.
  • Yekitî û hişmendiya neteweyî ya gelê me berxwedana Kobaniyê kir destaneke bêhempa.

Kobanî keleha berxwedana bêhempa ya YPJ’ê ye

Fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Navneteweyî daxuyaniyek weşand û diyar kir: “Dîrok ne tenê şahidê serdemên tarî ye, di heman demê de şahidê berxwedana ku tarîtiyê parçe jî dike ye. Kobanî, di bîra mirovahiyê de ne tenê bajareke; ew xeta berxwedana rûmetê ye, qada ku jiyanê li ser mirinê bi ser xistiye û keleha berxwedana bêhempa ya YPJ’ê ye.

Stêrka azadiyê ji nû ve li Kobaniyê hilat

Di salên ku pêlên tarîtiyê li cîhanê rabûn û çeteyên hov xwestin mirovahiyê têk bibin, Kobanî bû cihê ku stêrka azadiyê ji nû ve lê hilat. Li ser kolanên ku bi xwîna lehengan hatin rengînkirin, îradeya jina azad nîşan da ku tu desthilatdariya tarî nikare li hemberî daxwaza jiyana azad bisekine. Weke ku Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya fedayî bircên vî bajarî kirin stargeha ronahiyê, fermandar û hevrêyên leheng ên wekî Gêlhat, Diyar Bagok, Rêvan, Herdem, Destîna Qendîl, Viyan Peyman, Zehra û Îvana hûvmên jî bûn sembolên vê têkoşînê. Îro jî her jineke YPJ’ê li ser wê şopa pîroz dimeşe.

Pêşeroja Bûyeran

Ya ku berxwedana Kobaniyê kir destaneke bêhempa, yekitî û hişmendiya neteweyî ya gelê me bû. Di wê serdema dîrokî de Kobanî ne tenê bi qehremaniya xelkê xwe, bi helwesta bi rûmet û tevlêbûna bi coş a keç û xortên ji her çar parçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Ro) hate parastin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse