YRJ’ê di salvegera şehadeta Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever de daxuyanî da û diyar kir ku mîrateya şehîdan dê bibe hêza domandina ragihandineke serbixwe.
Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) di salvegera şehadeta wan de şehîdên ragihandina azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anîn.
“Di rêya ragihandina azad de, hinek nav hene ku ne tenê beşek ji qada ragihandinê bûn, lê peyama rastiyê hilgirtin, her wiha peyv û wêne kirin amûrên tomarkirina bûyeran, veguhastina êş û azaran û gihandina dengê gelan li cîhanê. Di nava van navan de, şehîdên ragihandinê Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever cihê xwe digirin. Bi îrada û fedakarî rola jinên rojnamevan a li qadan nîşan dan û mîrateyek hiştin ku di bîra ragihandina azad de zindî dimîne.
Çavkanî: ANF Kurmancî