20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Ziman, Hebûna Netewan e

Ziman yek ji pêdiviyên hebûn û berdewamiya neteweyê ye. Lê mixabin diyardeyek li ba me kurdan heye ku em zû di nav neteweyên din de têne bişaftin û xwe ji bîr dikin ku em neteweyeke sereke ne û cuda ne û xwedî hemû mercên hebûna neteweyekê ne û em ji kevintirîn miletên ku di Mezopotamyayê de jiyane

Li ser rûyê vê xakê bi sedan netewe û kêmnetewe hene û her neteweyek û kêmneteweyek zimanek wê yê taybet bi wê heye û ew netewe bi zimanê xwe têkiliyên xwe û pêwendiyên bi neteweyên din re datîne û di rêya zimanê xwe re tê naskirin.

Çawa ku her mirovek ji mafê wî ye ku li xwe binêre, wekî mirovekî serbixwe û bi xwe bawer wisa jî ji mafê her neteweyê ye û bi rêya zimanê xwe yê zikmakî pêwendiyên siyasî, aborî, civakî û kultûrî bi miletên din re ava bike.

Çavkanî: Çandname

Şîroveyek Binivîse