Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar anî ziman ku temsîliyeta Kurdan a li Neteweyên Yekbûyî mafek e û got, “Vî mafê desteserkirî dixwaze li wan bê vegerandin.”
Têkoşîna Kurdan a temsîl û naskirina li qada navneteweyî derbasî qonaxeke nû dibe. Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zubeyîr Aydar anî ziman ku Kurd li gel nifûsa xwe ya ji 60 milyon mirovî bi îradeya xwe li qada navneteweyî nayê temsîlkirin û got, “Em jî dixwazin bêne temsîlkirin. Daxwaza me wekhevî ye.”
Aydar ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku hewldana Kurdan a ji bo temsîliyeta li Neteweyên Yekbûyî ne tenê daxwazeke dîplomatîk e, parçeyekî girîng ê têkoşîna nasînê ya Kurdan a weke gelekî wekhev e.
Çavkanî: ANF Kurmancî