20 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Li 4 welatan derbî: Ev hefte hefteya maçên mezin e

Diyarname
Bi gotineke ger em bejin: Ev hefte hefteya cejna fûtbolê, hefteya maçên mezin e. Tam bi temamî 4 maçên mezin, yanê 4 derbî hene. Me ew bo fûtbolhezan dan hev.

DI LÎGA ŞAMPIYONAN DE DU MAÇÊN MEZIN
Vê hefteyê maçên sêyemîn ên Lîga Şampiyon tene lîstin. Di van maçan de du maçên mezin hene. Ji van PSV di maçên duyemîn de mêvanê Manchester City bû û bi 4-2 bi ser ketibû. PSG vê carê tîmeke din a mezin re dilîze; Barselona. Maça PSG û Barselona 20’ê mehê li Fransayê saet 22.00’an de tên hemberî hev.
Maça din a mezin di Lîga Şampiyonan de maça Bayer Munih û Arsenalê ye. Tîma mezin a alman û tîma mezin a îngilîz Arsenal li Almanyayê tên hemberî hev. Maça Bayer Munih û Arselanê 21’ê mehê, çarşemê saet 22.00’an de ye.

EL CLASICO
Maça din a mezin El Clasicoya ku li dinyayê navdar e. Li Katalonyayê Barselona tîma Spanyayê Real Madrîdê dike mêvan. Berî vê derbiya mezin Barselona bi 27 pûanan yekem, Atletico Madrid bi 22 pûanan duyem û Real Madrid bi 21 pûanê di rêza sêyem de ye. Ger di vê maçê de Real Madrid têk here wê gelek tiştî, belkî şampiyoniyê jî êdî ji bîr bike. Lê bi ser bikeve hêviya wê ya şampiyoniyê dîsa dê bê cih. Her ku Barselona ye, hinek din aramtir e. Maça Barselona û Real Madrîdê 25’ê mehê yekşemê saet 23.00’an de ye.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse