BRASÎL — Serokê Brezîlyayê Luiz Onacio Lula da Silva di hilbijartina duh li dar ket de ji bo cara çaremîn hat hilbijartin û di hilbijartina serokatîyê ya sala 2026’an de, serokê heyî bi ser ket.
- Lula bi serketineke nedîtî ji bo cara çaremîn hate hilbijartin.
- Lula di dora duyemîn de %51,79 bi dest xist û 64,3 mîlyon deng girtin.
- Flavio Bolsonaro encam qebûl nekir û daxwaza betalikirina hilbijartinê kir.
Dora Duyemîn û Encamên Fermî
Dora Duyemîn a Hilbjartinê roja 25’ê mehê li dar ket. Lula di dora yekemîn de li paş mabû û lê di dora duyemîn de bi ser ket. Li gorî encamên fermî yên Dadgeha Bilind a Hilbijartinê (TSE), Lula sedî 51,79’ê dengan (nêzîkî 64,3 mîlyon deng) girtiye. Partiya wî Partido dos Trabalhadores (PT, Partiya Karkeran) e.
Reqîbê Sereke û Dengên Wî
Reqîbê sereke yê wî Flavio Bolsonaro bû, senatorekî rastgir û kurê serokê berê Jair Bolsonaro bû. Flavio Bolsonaro ji Partido Liberal (PL – Partiya Liberal) e û wî sedî 48,21 deng (nêzîkî 59,8 mîlyon deng) girtin. Cudahî di navbera her duyan de nêzîkî 4,4 mîlyon deng bû.
Di Dîroka Brezîlyayê de Cara Yekê ye
Lula di dora yekemîn de (4’ê vê mehê li dar ketibû) paş ve mabû (nêzîkî %45,16 li hember %47,03 ê Flavio), lê di sê hefteyên di navbera her du doran de wî piştgirên xwe seferber kirin û serketineke nedîtî pêk anî. Ev cara yekemîn e di dîroka nûjen a Brezîlyayê de ku namzedekî ku di dora yekemîn de duyemîn bûye, di dora duyemîn de serketiye.
Pêşeroja Bûyeran
Berendamê têkçûyî Flavio Bolsonaro encam qebûl nekir û daxwaza betalikirina hilbijartinê kir, lê dadgeha hilbijartinê serketina Lula pejirand. Lula di axaftina xwe ya serketinê de got ku ev hilbijartin “serketina demokrasiyê” ye û soz da ku welat bi awayekî cuda bi rê ve bibe.
Çavkanî: Diyarname