Diyarname
Ji duh de baranê xwe bi ser Stenbolê de girtibû. Niha rew çawa ye, sibê û du sibê wê çawa be?
Va ne agahiyên nû:
3 KES MIRINE, WINDA HENE
– Ji ber tofana duh 3 kesan canê xwe ji dest daye. Çend kes winda ne.
– Îro baran sivik bû, lê hişyarî bo sibê (16’ê mehê) serê sibê ye. Du sibê jî li benda baranek gur in ku bi ser Balkanan re tê.
– Baranê duh hatiye, rayedar dibêjin ev 84 sal in li Stenbolê baranek wisa nebarîbû.
– Li metrekareyê 200 kilogram zêdetir baran barî.
ZIRARA EREBEYAN
– Li rêya Cendereyê ku navçeyên Kagithane, Sariyer û Eyubê bi hev ve girê dide lehiya mezin rabû. Li dor vir hin fabrîke jî hene, wan jî zerar dît.
– Zerara mezin li erebeyan ket. Dar bi ser erebeyan de ketin. Hinek di bin avê de man. Hem ji aliyê kaporta, hem aliyê elektrîkî ve zirar dîtin. Tê gotin ku gelek ji van erebeyan dê bibin “pert”. Yên din dê bikaribin tamîr bikin ku ev jî zirareke gelek mezin e.
DIBISTAN BETAL KIRIN
– Walîtiya Stenbolê duh êvarê ji bo îro dibistan betal kiribûn, vê sibê biryar da ku sibê (16’ê mehê) jî dibistan hatine betalkirin. Xwendekar wê roja 19’ê mehê dest bi dibistanan bikin.
JI BO VAN BAJARAN KODA ZER
Li aliyê din meteorolojiyê ji bo 22 bajaran bi Koda Zer hişyarî da. Di nav van de çend bajarên kurdan jî hene.
Ew bajar ev in:
Adana, Bingöl, Bitlis, Bolu, Elazığ, Erzincan, Erzurum, Hakkari, Hatay, Mersin, Kastamonu, Kahramanmaraş, Muş, Siirt, Sinop, Tunceli, Van, Bartın, Karabük, Osmaniye
Çavkanî: Diyarname