Diyarname
Vê hefteyê heşt fîlm ketine vîzyonê. Fîlmên pircureyî hene. Ji nav van em yek belgefîlm, yek jî fîlm, diduyan jê derdixin pêş.
AŞK VE YAŞAM / EVÎN Û JIYAN
Fîlmê derhêner Georgia Oakley “Sense and Sensibility” bi navê “Aşk ve Yaşam” wergerandine û xistine vîzyonê. Daisy Edgar Jones, Esme Creed Miles, Caitríona Balfe û Frank Dillane têde dilîzin.
Elinor û Marianne Dashwood du xwişk in; fîlm berê xwe dide sekr jiyana wan a piştî bavê wan dimire. Ew li malîkaneya xwe ya mezin li Susseksê dijîn lê piştî vê mecbur dimînin ji wir veqetin û herin cihek dur li cem xizmên xwe. Piştî vê yekê jiyana wan dikeve nava nediyariyê; pirsgirêkên evînî, aborî û yên din xwe nîşan didin.
Fîlm ji romana Jane Austein ya bi heman navî ku di sala 1811’an de nivîsandibû hatiye kişandin.
Çavkanî: Diyarname