Diyarname
Foruma MERI 2026 li Hewlerê bi beşdariya gelek navdaran li dar ket. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî “Modela Herêma Kurdistana Iraqê tu nikarî li Sûriyeyê cî bi cî bikî. Gelek cudahî hene; cografya cuda ye, tevlîheviya civakî cuda ye li Sûriyeyê, tu nikarî vê modelê li wir cî bi cî bikî.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mazlum Ebdî, Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan, Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî di nav de gelek kesên navdar beşdarî forûmê bûn.
ŞÊWIRMENDÊ WEZÎRÊ KARêN DERVE YÊ SÛRIYEYÊ NECÎB XEDBAN:
– Li Sûriyeyê rewşa ewlehiyê bi pêş ketiye û entegrasyona hêzan serkeftineke mezin bû. Em berê li dijî hev bûn lê êdî ji bo ku em Sûriyeyê ber bi pêş ve bibin divê em bi hev re bixebitin. Tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên hikûmeta Sûriyeyê serkeftineke mezin e.
Siwêda parçeyekî bingehîn ê Sûriyeyê ye û divê çareseriyek ji bo wê were dîtin. Ji bo vê armancê hewldanên zêde tên meşandin.”
Çavkanî: Diyarname