21 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Pirtûkeke nû, ‘Şebrona’ hat

Diyarname
Pirtûka helbest/çîrok/destan a bi navê “Şebrona” ji Weşanên Nûbiharê derket. Pirtûk ji aliyê Mesut Ertak ve hatiye nivîsandin.

Di pirtûkê de helbestek/çîrokek belkî jî destanek dirêj heye. Belkî jî ya wê ew e ku pirtûk di nav van cureyan de diçe û tê. Pirtûk dikare wekî pirtûkek helbestan bê dîtin, belkî jî çîrok. Bi her halê xwe çîrokeke evînî ya nivîskar e û bi “Şebrona”yê xwe gihandiye xwendevanan.

Ev pirtûka yekem a Mesut Ertak e. Hestên evînê, azadiyê, veqetînê, lêgerînê di vê pirtûkê de dikarin bên dîtin.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse