Diyarname
Di cîhana wêjeyê de her pirtûk nûbûneke rih e, lê hin berhem hene ku ne tenê çîrokekê, di heman demê de dengê serdemekê, qêrîna erdnîgariyekê û timtêla bîreke bêbinî tînin ziman. Romana “Asmîn” a nivîskar Mulkiye Tekîn, ku ji nav Weşanên J&J’yê derketiye, berhemeke wisa ye ku bi kûrahiya xwe, bi tevnên xwe yên estetîkî li hemberî xwendevan radiweste.
Ji helbestê ber bi romanê ve
Rêwîtiya wêjeyî ya Mulkiye Tekîn mînakeke berbiçav a vegera li ser xwebûna rastîn e. Wê destpêka xwe bi zimanê tirkî nivîsand, lê bi ronahîbûna xwenasîna xwe re, berê pênûsa xwe da zimanê xwe yê zikmakî -da ku ji kaniyên herî resen ên çanda xwe vexwe. Wê pêşî bi pirtûka helbestan “Pêla Evînê” gav avêt nav cîhana wêjeya kurdî. Dûre wê bere xwe da romanê.
Çîrokeke ku ji rastiya jiyanê tê honandin
Çîroka romanê di her alî de dewlemendiya pênûsa jinekê li xwe digire. Li vir, em ne tenê bi vehonandineke xeyalî re rû bi rû ne; jiyana Asmînê bi tevahî ji dilopên rastiyê bi xwe afiriye. Lê ev rêwîtî tenê ne ya Asmînê ye; ew pirtûka bîranîna çendîn jinên bindest, çendîn mirovan, hêviyên ku li nîvê rê hatine şikandin û dilên ku bêzar nabe û dixwazin ji nû ve werin dinê ye.
Serlehenga romanê Asmîn, mîna kulîlkeke ku di nava zinarekî hişk de bi têkoşîn serî hildaye û vebûye, li ser jiyana jinekê vediguhere qêrîna erdnîgariyekê, civakekê û bêdengiyeke kevnar. Ew temsîla jiyaneke ku xwe bi şaxên nazik ên hêviyê ve girtiye, di kûrahiya bêdengiya erdê de li evînê digere û bi kedeke ku bi êş û elemê re hatiye hûnandin, mezin bûye. Di heman demê de, ev pirtûk rêwitiyeke hestiyarî ya bi êş û kûr e ku di navbera Asmîn û Azad de, bi awayên herî dijwar û pak ên evînê hatiye vehonandin.
Çavkanî: Diyarname