Diyarname
Ji ber li ser “Lêpirsîna Fonê” agahî belav kirine rojnameger Şaban Sevinç û edîtorê rojnameya Sozcu Mustafa Balçi hatin girtin. Di vê çarçoveyê de rojnameger İsmail Saymaz û Murat Agirel bi kontrola edlî hatin berdan.
Her du rojnameger Sevinç û Balci bi şev hatibûn binçavkirin. Îdîaya li ser wan ev e, “Agahiyên şaş dane gel”.
Di meseleya fonê de Cîgira Serokê Giştî ya AK Partî Fatma Betül Kaya û mêrê wê İlyas Kaya 163 milyon û 46 hezar TL razandibûn fonê, piştî 4 mehan 2.17 milyar pere kişandibûn.
Piştî ev derket holê rojnamegeran pirsa “wan ev pereyê ku razandibûn ji ku anîne?” Û “kî ji wan re got pereyên xwe vê kêliyê vekişin?” kiribûn.
Piştî gotinan Kaya ji AKP’ê îstîfa kir.
Çavkanî: Diyarname