26 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Stenbol: Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn

📰 KAPSAMLI RAPOR

STENBOL — Di maça derbî ya navbera Galatasaray û Fenerbahçeyê de ku li Stada Rams Parkê pêk hat, piştî lêdana dawî ya hakêm alozî derket û lîstikvan li nav sehayê ketin pevçûnê.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Di deqîqeya 29’an û 44’an de Victor Osimhen du gol avêtin û Galatasaray 2-0 pêş xist.
  • Îrfan Can Kahveci bi rovaşatayê gol avêt lê ew gol ji bo Fenerbahçeyê têra serketinê nekir.
  • Piştî firfiroka dawî, Kerem Akturkoglu û Roland Sallai pevçûn û polîs ketin sehayê.

Maç bi serketina Galatasarayê bi dawî bû

Du tîmên Stenbolê Galatasaray û Fenerbahçe li Stada GS’yê Rams Parkê hatin pêşberî hev. Di deqîqeya 29’an de Victor Osimhen bi şûtek dijwar gola yekê ya maçê avêt. Osimhen di deqîqeya 44’an de encam anî 2-0’ê. Li ser navê Fenerbahçeyê Îrfan Can Kahveci bi rovaşatayê gol avêt lê vê yekê têra Fenerbahçeyê nekir.

Di nav sehayê de şer derket

Bi lêdana dûdikê ji aliyê hakem re di navbera lîstikvanê Fenerbahçeyê Kerem Akturkoglu û lîstikvanê Galatasarayê Roland Sallai de pevçûn derket. Bi vê re pevçûn zêdetir bûn, lîstikvanên din jî ketin navê. Hat dîtin ku Abdulkerim Bardakçi (GS) û Archie Brown (FB) ketin hev û hev li erdê xistin. Polîs ketin sehayê, ew ji hev kirin û bi zorê birin hundir. Li gor beIN Sportsê li ser van pevçûnan hakem qerta sor daye Abdulkerim Bardakçi û Archie Brown. Qerta zer jî daye Kerem Akturkoglu û Roland Sallai.

Pêşeroja Bûyeran

Bi vê serketinê Galatasaray di dawiya hefteya 9’an de pûanên xwe derxistin 22’yan û kursiya lîderiyê ji Amedsporê bi paş ve girt. Amedspor bi 20 pûaanî duyem, Trabzon bi 19 pûanî sêyem û Beşiktaş jî bi 18 Pûanî di rêza çarem de ye. Fenerbahçe bi 16 pûanan ma û di rîza 5’an de ye.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse