Diyarname
11’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kinenova ku li Uskupa Makedonyaya Bakur li dar dikeve, xelata “Golden Mane: ‘Xelata Keda Mezin a Hunera Sînemayê ya Dinyayê’ da derhêner Emîn Alper.
Derhêner Emîn Alper di 76’emîn Festîvala Fîlman a Berlînê Berlînaleyê de bi fîlmê xwe “Kurtuluş” xelata Taybet a Juriyê Hirça Zîvîn girtibû. Alper li Stenbolê Xelata Fîlmê Herî Serketî (2012, Bi fîlmê ‘Tepenin Ardi’), li Venedîkê Xelata Taybet a Juriyê (2015) girtibû. Niha jî festîvalê xelat da Alper.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kinenova îsal di navbera 14-17’ê mehê de li dar ket. Festîvalê bi gotina “Orîjînalîteya ku di pênc fîlmên xwe de, kûrahiya mirovî ya ku li ser pirsgirêkên civakî digire û vegotina wî ya wêrek” ew layiqî vê xelatê dît.
Çavkanî: Diyarname