Li zemanekî bifikirin ku axaftina pîrozbahiyên 40 saliya Kurdistanê di restorantekê de tê behskirin ku ev der ji sê welatên navxweyî pêk tê. Çawa ku rikberî û neyartiya bi welatê Romê re hebe, heman awayî pevçûnên di nav mîr û eşîrên kurdan de jî bendewariyên xwendevan ên ji ber dîrokê vala nahêle. Tovên şîdetê hingî li alemê belav bûye, êdî tişta para lehengên me dikeve xwe bi rengê tolhildanê dide der.
Di romana Ciwanmerd Kulek de, xwendevan şahidiya meseleyên du fîraran dike ku nikarin li tu derekî bistirin di gel ku heman civat bi şiklekî vê kiryarê li wan ferz kiribe. Desthilatdariya hêzê ya mîkro li hember dînamîk û kodên civakî kiras diguhere, pê re jî girseyên bi çek û sîleh zor li sînoran dikin û pereyên qulkirî bi serên jêkirî tên xemilandin. Mekan, kes û bûyerên rastî li rex yên honakî diguncivin û sergêjiya ji hezîmetek navan bi laçika zimanekî tekûz tê aşkirin li wî zemanî.
Xwendevan ji kêliya ewil ve dikeve bin tesîra dewlemendiya vegotinê ku ev jî hîmê xwe ji qewîniya zimên werdigire. “Bi bişirîneke aqûtî teql li bejna wê ya zirav ketibû, milê wê yên ji destan heta enîşkê ji bin hûçikê kirasê wê derketibûn, mîna peqonekên ser kaniyeke hêmin lerizîn û hejijek ji hembêza wê ket erdê. Ti carî ewqasî nêzîkê wê nebûyî. (r344)”
Çavkanî: Diyarname