Ji Akademiya Jineolojiyê Aynûr Sarica ragihand ku di vê pêvajoyê de divê jin ne tenê di asta temaşekirinê de bimînin, divê cihê xwe di nava mekanîzmayên biryardayinê de bigirin û got, “Li cihê ku jin hêza esasî be, bêhn tê ber civakê.”
Ji Akademiya Jineolojiyê Aynûr Sarica anî ziman ku li Kurdistanê zext û êrişên li dijî tevgera jinê dewam dikin û bal kişand ser rola ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê jin pê rabe.
Aynûr Sarica ragihand ku jin divê ne tenê pêvajoyê bişopîne û di asta temsîla komîsyonên şopandinê de bê hiştin û diyar kir ku cihgirtina jinan a di mekanîzmayên biryardanê de wê ji bo avakirina civaka demokratîk diyarker be.
Çavkanî: ANF Kurmancî