SOHR’ê diyar kir ku ji kesên 8 sal in bi kêfî ji Efrînê revandine Tirkiyeyê 4 Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve hatine bedan, lê yên din hîn li girtîgehan têne ragirtin. SOHR’ê xwest, girtî bêne berdan û berpirsyar hesab bide.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) roja Şemiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji kesên ku dewleta Tirk 8 sal in bi kêfî ji Efrînê revandiye 4 Kurd hatine berdan. Saziya Çavdêriyê ragihand ku kesên din ên ji gund û herêmên derdorê ve hatine revandin li girtîgehên li Tirkiyeyê hîn jî ragirtî ne.
Li gorî daxuyaniya SOHR’ê, di Tebaxa 2018’an de polîsên sivîl ên Tirk li gel wezîfedarên îstîxbaratê ji gundê Omar Uuşaqî yê Efrînê 13 ciwan û ji gundekî nêz jî kesek bi îdîaya ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye binçav kirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî