Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê axivî û destnîşan kirin ku hêzên komploger negihîştine armanca xwe. Gerîlayan gotin, heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera 28’emîn a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê nirxandin kirin.
Gerîlayê HPG’ê Azad Herekol bi şermezarkirina komploya navneteweyî dest bi axaftina xwe kir û şehîdên ku bi çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir, bi hurmet û minet bi bîr anî. Gerîla Azad Herekol anî ziman ku komploya li dijî Rêber Apo destpê kir ji bo tinekirina gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bû û got, “Hêzên serwer baş zanîbûn ku têkoşîna Rêber Apo ne tenê ji bo gelekî ye, ji bo civakên bindest hemûyan e. Lewma ji fikrên Rêber Apo ditirsiyan û serî li rêbazeke bi vî rengî dan. Komploya navneteweyî komployeke welê bû ku li gel hêzên emperyalîst noker jî di nav de bûn. Armanca komployê ew bû ku gelê Kurd qir bike û hêviya azadiyê ya gelên bindest ji holê rake. Têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo destpê kir ne tenê li nava gelê Kurd ma; bi demê re pêşî li gelên bindest hemûyan vekir.
Çavkanî: ANF Kurmancî