27 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Kedkarê Dîrok, Çand, Ziman û Edebiyata Kurdî Mamoste Mehmed Emîn Bozarslan

🔴 FLAŞ HABER

AMED — Derbarê Mamoste M. E. Bozarslan de çi bê gotin hindik e. Gotinek Liceyiyan heye dibêjin; pirazê mêran li holê ye. Pratîka Mamoste Bozaslan, kar û xebatên wî li holê ye û hêjayê pesnê ye. Ew kedkar û mamosteyê xebata çand, ziman, edebiyat û lêkolîna dîroka kurd û Kurdistanê bû.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Mamoste M. E. Bozarslan ji pêncî zêdetir pirtûk nivîsî û wergerand.
  • Lêkolînên wî yên li ser kovarên kurdan ên dema Osmaniyan beşeke dîroka lîtertura kurdî ji tariyê derxist ronahiyê.
  • Mem û Zîn a nemir Ahmedê Xanî û Şerefname bi saya ked û xebata wî ketine destê xwendevanan.

Xebat û Berhemên Wî yên Girîng

Wî ji pêncî zêdetir pirtûk nivîsî û wergerand. Lêkolînên wî xebata wî ya li ser kovarên kurdan ên dema Osmaniyan beşeke dîroka lîtertura kurdî ji tariyê derxist ronahiyê. Xwendevanên kurd bi saya xebat û lêkolînên wî ji kovara Kurdistan, Kovara Jîn û kovarên din ên kurdan hayidar bûn. Mem û Zîn a nemir Ahmedê Xanî, Şerefname Dîroka kurd û Kurdistanê û gelek pirtûkên hêja ku wî wergerandibû bi saya ked û xebata wî ketine destê xwendevanan.

Hevdîtinên Pêşî yên bi Mamoste Bozarslan re

Min cara pêşî Mamoste Bozarslan di Akro de dît. Dema ew ji hepisxaneyê derketibû hatibû gundê xwe Akroyê. Xalê min Îbrahîm Perîşan hevalê wî ê hepisxaneyê bû. Ew pê hesiyabû ku Mamoste Bozarslan hatiye berdan û hatiye li Akroyê ye. Xalê Îbrahîm û zavayê min Yahya Perîşan gotin em herine serlêdana wî. Em hersê berbiêvarê çûn serlêdana wî. Me ew şev bi hevre gelek sohbet kir.

Serlêdana Stenbolê û Pirtûkên Diyarî

Cara duyem dîtina min a mamoste Bozarslan li stenbolê pêk hat. Sala 1977 bû. Wî li Stenbolê weşanxaneyek vekiribû. Ez çûm serlêdana wî, min ew di weşanxaneyê de dît. Wî pirtûka serokê ”Eniya Demokratîk a Rizgariya Filîstînê” Nayif Hawatme wergerandibû tirkî. Pirtûka Îbnul Erzaq a dîroka Farqînê jî wergerandibû. Wî herdu pirtûkan jî wek diyarî dabû min. Dema di sala 1982 de ez çubûm Filîstînê min Nayif Hawatme di qerargeha wî a binerdê de dîtibû, ew dem Mamoste Bozarslan ketibû bîra min. Nayif Hawatme zanibû ku M. Emîn Bozars…

Pêşeroja Bûyeran

Xebat û kedkarên wekî Mamoste Mehmed Emîn Bozarslan di parastin û pêşvebirina dîrok, çand, ziman û edebiyata kurdî de xwedî cihekî pir girîng in û bîranîna wan her tim wê di nava rûpelên dîrokê de zindî bimîne.

Çavkanî: Çandname

Şîroveyek Binivîse